Destpêk » GIŞTÎ » LI SER KURDISTANÊ Û ROJHILAT A NAVÎN EWRÊN ŞER GİRAN DİBE!
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo Yekitîya Kurdan bi 11de kesan pêşgavî ya netewî ava bûye.

LI SER KURDISTANÊ Û ROJHILAT A NAVÎN EWRÊN ŞER GİRAN DİBE!

Îro bandora Vayrosa koronayê li ser Cîhanê û Rojhilat a Navîn berdawame. Encamên Vayrosa Koronayê yên herî girîng îro va ye; dewlet çiqas bi hêz bin an jî çiqas bi xwedî çekên nûkleer û moşekên navber a parzemînan bin belê cardin jî li hember hêrîşên Pandemîn bêçare man. Û bi eşkere derkete holê kû, pêwîstiya gel, civak û komeleyan ne ji çekan re ye ji tendirustiyê ra he ye. Ew rastî bi rûtî derkete holê.

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskara

Lê belê di bin va hel û mercên giran de, cardin jî li ser Kurdistan û Rojhilat a Navîn de ewrên şeran gav bi gav giran dibin. Û di navbera hêzên dagirkerî û yên emperyalîst de ji bo kû li ser Heremê hikumdar bibin di navbera wan de vekêşan, hevrikî berdewam dike!

Îro vekêşandin û hevrikî yên ber bi çav, di navbera Emerîka û Rûsya li ser Qamişlo pêk têne! Çend roj berê vî konvoya leşkerî ya Amerîka bi rê ketibû dixwest ku biçe Oamişlo, lê belê hezên leşklerî yên Rûsan pêşiya wana birî û şûnde vegerandibûn. Lê bele li ser wî bûyerê kû dem zi de derbaz ne bu angu duh jî konvoy a leşkeri ya Rûsya bi rê ketibûn û diçûn Qamişlo, de îcar hêzên leşkerî yên Emerîka pêşiya wana birî û nehêştin kû herin Qamişlo. Her wiha hêzên Rûsan ji bo kû bigêhijin Qamişlo rêya xwe guhertin.

Wekî din her dû dewlet dixwazin eşîrên Ereban ên kû ji Rojava yê Kurdistan dijîn wana bikşînin hêla xwe û herwiha dest û hêzên Kurdan qels bikin. Ji bo vê di navbera Emerîka û Rûsyayê de vekêşan, hevrikî li ser eşîrê Ereban jî berdewam dike.

Belê Îdlib jî ji van bûyeran ne cûda ye. Ji wê derê jî şerê hikumdariyê di navbera wana de dimeşe. Û li ser Sûriyê û Kurdistan a Rojava; şerê hikumdariyê tenê di navbera Amerîka û Rûsya nameşe. Tirkiye, Îsraîl, Îran, Fransî… hvd hemû bi hêzên xwe yên leşkerî di nav vî şerî da ne.

Nameze li ser Iraqê kî yê bibe hikumdar? Demeke dirêje di navbera Amerîka û Îran şerê siyasî û yên leşkerî carnan bi bervedarî carnan jî bi seranser berdewam dike. Dawiya dawî civata wezîrên yê ku bi serokwezîrtî ya Kazimî di parlemento ya Iraq de hate pejirandin û herweha mesele ya hikumet jî çareser bû. Kazimî çiqas çavê xwe ji îran ra jî qîç bike cardin jî herî zêde nêzîk Amerîkiyan disekine. Bi vî awayî Amerîka û îran ji bo hikumdariya Rojhilat a Navîn kû Iraqê bikin textê pekin xwe, Amerîkanî niha gavek li pêşda ye.

Bi kurtayî, xuya kiriye ku wek dergûş a dîroka Cîhanê Li Rojhilat a Navîn de, dîrok tewsîn di biye. Di hêlekî da gelê Kurd, ji têkoşîn a hebûna netewî yên mafdarî û jîyandar de ye; di hêleka din de di navbera dewletên dakirker û emperyal de şerê hikumdarî dijwar dimeşe. Wek dibêjin “berx ji  derdê canê xwe da ye, lê serjêker jî derdê goşt da ye”!

Her wiha di navbera Hêzên hevpaymanî yên Rojava û ji Herêma Kurdistanê de têkilî pêşve diçin. Cardin di navbera Xweserî ya Rojava û Herêma Kurdistanê de piştevanî jî geş dibe û têkilîyên ENKSê û TEV-DEM jî pêşve diçin. Li Rojavayê Kurdistanê ji bo Yekitîya Kurdan bi 11de kesan pêşgavî ya netewî ava bûye. Û Komîta  tendirustî ya Herêma Cizîrê a Rojava kû di peyama xwe da gotibûn “li dijî pandemîn Vayrosa Korona yê li derveyi Herêmaa Kurdistan qet saziyekî alîkariya me nekir!” Geşbûna herî girîng va ye.

Di vê rewşê da yekîtiya hêzên netewî yên Kurdan pir girînge. Kû wusa ye gelê me an bi yekîtiya netewî yên hebin an jî yê tunne bin. Mesele va ye. Û gerek di van şert û mercan de partiyên Herêma Kurdistan li dijî plansaziyên îran û Tirkiyê da yekîtiya netewî gav bi gav bi hêz bikin. Îro roja xweseriya Silêmaniyê nîne. Mesela Xweseriya Silêmaniyê mijarê paşî ya serxwebûna Kurdistanê ye.

Vayrosa Korona li ser pergal a kapîtalîzm a Cîhanê de ji niha de dibe sedema gengeşiyeke kûr.

Hemû karsaz û berdevkê vana yên siyasî bihevra dibêjin “bimre neolîberalîzm her bijî kapîtalîzm”! Bi wê diruşmê an ji meyldarî dixwazin ku pergala kapîtalîzmê biparêzên.

Lê belê Pandemîn dibêje kû; “Gelî mirov hûnê an aboriya xerîdariyê bidin seknandin an jî sînorê çavkanî yên Cîhanê barê we êdî nikane bikşîne!” Ji bo kû hûn aboriya xerîdariyê bidin seknandin Pandemîn kart a sor ji wera derxist.  Heger hûn hê jî wê rastiyê nedin berçava û gor vê gavan navêjin û bijîn “pergal a kapîtalîzm ê an mezin bibe an jî hilweşe!” Ew raste kapitalizm mezin ne be wê hilweşe û sînorê çawkaniyên Cîhanê ji vê şunde rê nade kû kapîtalîzm mezin bibe. Pergala we bê çare di pêvajoyêde wê hilweşe!

08.05.2020

canbegyekbun@hotmail.com

YSİ Bülteni

Yurtsever Sosyalist İşçi – Sayı:5

Bültenin tüm sayılarının PDF formatı için aşağıdaki bağlantılara tıklayın

Sayı-1

Sayı-2

Sayı-3

Sayı-4

Sayı-5

Hakkında Sinan ÇİFTYÜREK

Bu habere de bakabilirsiniz.

2020’NİN 18 MAYIS’INDA ONA DAİR

 “68 ruhu bağımsızlıktır,”[9] saptamalarını aşan enternasyonalist ihtilalciliğiyle resmi ideolojinin de korkulu rüyası olan O; “İçinde …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir