Destpêk » GIŞTÎ » KONFERANSA PARTÎYÊN ÇEPGİRÊ KURDİSTANÊ Jİ DOZA MAFDARİYA KURDAN RA PÊŞTGİRÎ YA WE DAXWAZ DİKİN

KONFERANSA PARTÎYÊN ÇEPGİRÊ KURDİSTANÊ Jİ DOZA MAFDARİYA KURDAN RA PÊŞTGİRÎ YA WE DAXWAZ DİKİN

Yekbûyînê konferans a partîyên Çepgirê çarparçeyê Kurdistanê, liser onlîne civînekî pêk hanîn. Di civînê de li ser rewşa  çarparç yê Kurdistan ê geşbûnê siyasî yê dawî hate nirxandin.

Di civînê de têştekî ket pêş , di Rojhilatanavîn de aşitî, aramî  dê çareserî ya pêrsgirêka kurd bi rêbazê aşitî, demokratîk û bi çareserî kî adîlane mumkune.

Daxuyaniya  hevbeş a yekbûyînê konferansa partîyên Çepgiran teva yê wê jirda ye.

***

Em weke layenên Korbendê Çepên Kurdistanî bi pêwist dizanin di rêka we re hemû navendên biryarê û berpirs yên aliyê we, sebaret rewşa Kurdistanê agadar bikin.

Di Kurdistana bakur de, hikumetaTirkiyê berdewam e li ser operasyonên serbazî û militarize kirina tevaya herêmê. Ev siyaset berdewam e digel binpê kirina azadiyan ya tevaya gelên Tirkiyê. Kur bûna kirîzên aborî encamê siyaseta desheladaran e û bandorek xirab li ser jiyana xelkê zehmetkêş pêkaniye. DeshelatdarênTirkiyê li ciyê, ku vêdaçûnê di siyaseta xwe de bikin, pena dibine ber hinartina krîzan bo derveyê sinurên xwe û dixwazin bi dirust kirina rewşên aloz li deverên Deryayê Naverast û şandina hêzê leşkerî  bo Suriye û Lîbya,  çêkirına aloziyan digel Yunan, Qobris, Firensa, Yêkitiya Ewropa û dagir kirina gund û çiyayên Kurdistana Başur û çendîn deverên din li Rojavayê Kurdistanê, raya giştî yaTirkiyê çewaşe bikin û qeyranên navxweyî veşêrin.

Di Rojhelata Kurdistanê de, siyasetên xwe sepandinê yên Komara Îslamîya Îranê  berdewam in di dagîrkirin û dorpêç kirına Kurdistanê û tawanên sêdaredan, girtin,zîndani kirina çalakvanên krêkarî, sîvîl, jîngehparêz, jinan û hemû tevgerên sîvîl. Fişar li ser xelkê berdewam e ev e ji bilî gefên berdewam li ser Başurê Kurdistanê û topbaran kirina axa wê. Destêwerdan di kar û barên Iraq, Suriya, Lubnan, Yemen, ku siyaseta hanê aramî û  tenahiya deverê têk daye. Rewşa hanê hevdem e digel binpê kirina mafên mirovî û nebûna demokrasiyê li sertaserî Îranê.

Di Rojavayê Kurdistanê de, cendirmên Turkiyê û mîlîsên tundrew berdewam in li ser siyaseta sivikayetî kirin, girtin, revandin, kuştin li deverên Serêkaniyê, Efrînê, Girêspî. Tawanan hanê li ber çavên hêzên hevpeyman û Rusya û welatên mezin yên li Suriyê da têne kirin. Hêz û dewletên hanê bi gor berjewendiyên xwe serederiyê digel pirsgirêkan rewaya Kurdistanê dikin û di heman dem de kar dikin bo piştguh xistina aliyên Kurdistanî yên Rojava di diyelogên navnetewî de, ku bo destnişan kirina çarenusa gelê Kurd û sîstema siyasî a Suriyê têne kirinê.

Di Başurê Kurdistanê de, siyaseta guhartina demografî û ereb kirina deverên Kurdistanî yên derveyê îdara Herêma Kurdistanê berdewam in. Deshelata milisyayê Heşdi Şabî û hêzên din yên şoven biryarên rojane li deverê cî be cî dikin, zêdebarî ne cî be cî kirina desturî û piştguh xistina mafên gelê Kurdistan ji aliyê Hikumeta Navendî bi şêweyekê ku ji sala 2014ê pêva nedana mafên darayî yên Herêma Kurdistanê. Siyaseta hanê hevdem e digel girtina çalakvanên sivîl û teror kirina wan li Naverast û Başurê Iraqê.

Ligel rewşa siyasiya hanê a çar parçeyên Kurdistanê, Pandemiya Corona ji rewşa xalkê xiraptir kiriye û deshelatdarên çar welatan jî amrazên pêwîst yên tenduristiyê naşinin Kurdistanê.

Em weke aliyên Çepên Kurdistanî ku evê yadaştê pêşkêş dikin dixwazin navend û hikumetên we, bi ruwengeha rêzgirtina mafên mirov û mafên gelan, piştgiriya tekoşana rewa û demokratîk a gelê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistana dabeş kirî bikin û fişarên xwe bi rêkên dîplomasî û guncayî bi kar bînin. Ji ber ku, reftar û gotarên bi kerb û kîn û fesad yên  deshelatdarên van welatan, ne tenê binpê kirina mafê gelê Kurd e, her usa gef e li ser aşitî û aramiya rojhilata Navîn û seranserê cihanê.

Bi gor baweriya me, Kurdistan bê arezu û razibûnê gelê kurd hatiye dabeşkirin û aşitî, aramî, pêşveçûn û pêkva jiyana gelên Rojhılata Navin, bê çareser kirina doza Kurd bi riya aşitîxwaz, demokrat û adilane ne gengaz e (mimkun) e.

Aliyên Korbenda Çepên Kurdistan

Partiya Komunîsta Kurdistan-KKP (Bakur)

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK (Bakur)

Partiya Komunîsta Kurdistan (Rojava)

Komela Zehmetkêşên Kurdistan (Rojhelat)

Bizava Demokratiya Kurdistan (Başûr)

Partiya Zahmetkêşên Kurdistan (Başûr)

Hizba Şuiya Kurdistan (Başûr)

Hakkında Rojnameya Newroz

Rojnameya Newroz
Rojnameya Newroz

Bu habere de bakabilirsiniz.

AZERBAYCAN ERMENİSTAN SAVAŞI VE TÜRKİYENİN ROLÜ!

Son gelişmeler Üçüncü Dünya Savaşı’nda Ortadoğu’dan sonra bir de Kafkasya cephesinin açıldığını gösterdi. Azerbaycan-Ermenistan Savaşı …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir