Perşembe, Ekim 17, 2019
Destpêk » GIŞTÎ » DI EDEBIYATA CÎHANÊ DE ÊZÎDÎ

DI EDEBIYATA CÎHANÊ DE ÊZÎDÎ

Xwezî kurd nebana misilman û ew li ser ola xwe –dînê xwe- yê berê bimana. Heger kurd Zerdûşî yan jî Êzîdî bana niha ji zûve azad bûbûn û welatê wan rizgar bûbû. Ji roja ku kurd bûne misilman heta dema niha di bin zilm û zordariya çar dewletên misilman de hatine peliçiqandin. Tirk, Fars û Arabên misilman çar parçeyên Kurdistanê kirine kolonîya –somurga- xwe û kurdan ji hemû heqên însanî, netewî û demokratîk bêpar hêştine.

Lokman Polat / Hemû nivîsên ê nivîskar

Kurd bûne şûrê îslamê, bûne parêzger û parastvanên îslamê, wan ji bo îslamê canê xwe kirine feda, hatine kuştin, şehîd ketine, lê çi heyf ku azadiya wan ji alî sê neteweyên misilman ji dest wan hatiye wergirtin. Heger ji kurdan û ji serdarê ola îslamê yê kokkurd Selhadînê Eyûbî nebana dê xaçperestan rojhilata navîn bi tevahî fetih bikirana û ola îslamê ji holê rakirana yan jî dê misilmanan bikirana koleyên xaçperestan. Selhadînê Eyûbî bi leşkerên xwe ên kurd ve li pêşberê sefera xaçperestan sekinî, li dijê wan şer kir û wan têk bir û îslamê ji têkçûnê xilas kir û hîn pirtir xurt kir, bi hêz kir.

Kurd herdem li ser navê Îslamê hatine xapandin. Mistefa Kemal ji serokeşîr û şêxên kurdan re got “Gawir hatiye welat dagir kiriye. Îslam û xelîfetî di xeterê de ye. Piştgiriya me bikin, em gawiran biqewirînin, em ê mafê kurdan bidin û dê kurd û tirk anku herdu birayên hev ê misilman bi şêweyeke wekhevî bi hevre weke biran bijîn.” M. Kemal direw kir û kurdan xapand.

Îmam Xumeynî jî dema li Parîsê li sirgûnê bû, soz û peyman da ku ew Şah ji ser hikûm bixin ew ê heqê kurdan bidin. Xumeynî jî direw kir û kurdan xapand. AKP-ê jî bi waadên direw kurdan xapand û niha li hemberê kurdan şerê qirêj didomîne. Welhasil kurdan herdem xirabî ji Misilmanan dît.

Êzîdî kurdên serbilind in. Ew netirsiyan û bi çova zorê nebûn misilman. Wan dev ji ola xwe, çand û zimanê xwe, ji bîr û baweriya xwe bernedan. Misilmana ew qetil kirin, li wan zilm û tehda kirin, lê dîsa jî wan dev ji ola xwe bernedan. Di dema siltanê Împaratoriya Osmaniyan Evdilhemîd de li ser navê misilmankirinê, li êzîdiyan zilm û zordarî hate kirin. Artêşa Osmanîyan li başurê Kurdistanê, li bajarê Musulê êrişê êzîdiyan kir û gelekan kuştin. Di dema qetlîama ermeniyan ya ji alî desthilatdariya îtîhat û teraqî a tirk de jî gelek êzîdî ji alî tirkên misilman ve hatin qetil kirin. Hêj jî kurdên Êzîdî ji alî misilmanên fanatîk û nîjadperest ve têne qetil kirin. Li wîlayeta Nînovayê, li Kahtaniyê di çalakiyeke întîxarî de 400 kurdên êzîdî hatin kuştin û 350 kes jî birîndar bûn.

Li gor statîskên texmînî milyon û nîv yan jî du milyon kurdên êzîdî hene. Kurdên êzîdî li herçar parçeyên Kurdistanê, li Iraqê, Îranê, Suriyê, Libnanê, Misrê, Gurcîstanê, Ermenîstanê – li gundên Erîwanê – dijîn. Gelek kurdên êzîdî jî di van panzdeh, bîst salên dawîn de hatine li çend dewletên Ewropayê bi cih û war bûne. Niha li Almanyayê gelek kurdên Êzîdî hene. Herweha li Ermenîstanê û li başurê Kurdistanê jî kurdên Êzîdî gelek in.

Kurdên êzîdî xwe ji nesla hurîyan dihesibînin. Lewre jî ew xwe esîlzade dibînin. Du pirtûkên olî ên pîroz yên Êzîdiyan hene. Yek navî “Mushaf-î Reş” e û ya din navî “Kîtab-î Cilve” ye. Çûka bi navê “Melek Tawûs” jî li cem êzîdiyan pîroz e. Li gor baweriya wan a olî “Melekê Tawûs” melek e, anku melayket e. Kitab-î Cilve pirtûka tecellîyê ye û Mushaf-î Reş jî pirtûka baweriyê ye. Di van pirtûkên pîroz de efsaneya quliqandinê, çêbûna însan tê qalkirin. Yanî li gor wan Xwedê/a erd û ezman pêkaniye û însan quliqandiye û teslîmê heft melekan kiriye. Xwedê/a bi însanan re mijul nabe lê ev heft melek bi însanan re mijul dibin.

Di derbarê êzîdiyan de gelek pirtûk hatine nivîsîn. Lêkolînvanên ewropî li ser rewşa êzîdiyan û di derheqê ola wan de lêkolîn kirine. Di van salên dawîn de li bakurê Kurdistanê jî çend pirtûkên lêkolînî yên derbarê êzîdîyan de hatine weşandin. Pirtûka lêkolînî ya John Guest – “Dîroka Êzîdîyan” – û ya Roger Lescot – “Êzîdî, ol, dîrok û jiyana civakî” – hêjayê xwendinê ne.

Di nav edebiyata cîhanê de, di hinek berhemên edebî de behsa êzîdiyan tê kirin. Nivîskarê rusî Puşkîn nivîskarekî navdare li cîhanê. Di nav edebiyata klasîk a cîhanê de navê wî û berhemên wî sereke ne. Berhemên wî yên edebî li gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin û yek pirtûka wî jî li kurdî hatiye wergerandin.

Dema Puşkîn derdikeve rêwîtiya Erzeromê, dibîne ku waye zilamekî cil û lîbasê sor lê û kefiya reş li serî ye, rapora ku amade kiriye pêşkêşê genaral Rayevsky ê artêşa rus dike. Puşkîn ji bo ku pirtûka Papaz – keşîş – Garzonî ya li ser Êzîdiyan ku navê wê “Têbinîyên Li Ser Êzîdiyan” e, xwendiye, fêm dike ku ev zilam Êzîdî ye. Puşkîn bi vî zilamê Êzîdî re diaxife û fêr dibe ku Êêzîdî jî bi Xwedê bawer dikin, neku bi şeytan. Puşkîn çîroka wê dinivîse û di pirtûka xwe ya bi navê “Rêwîtiya Erzeromê” de diweşîne.

Îdeologê tirkçî yê kokkurd Zîya Gokalp di berhema xwe ya bi navê “Destana Şakî Îbrahîm” de behsa Êzîdiyan dike. Ew behsa Îbrahîm Paşayê Millî, kurdên êzîdî ku di bin fermandariya wî de dicivin û di sala 1905-an de êrişê derdora Amedê – Diyarbekirê dikin. Alîgirê Îbrahîm Paşayê Millî û fermandarê hêza wî ya leşkerî Hesenê Qenco yê Êzîdî ye.

Nivîskarê mixalîf ê edebiyata tirkî Refîk Halît Karay (ev nivîskar ji bo ku Xwedêgiravî bi dewleta tirk a kemalîst re îxanet kiriye û herweha li dijê dewletê bûye wî sirgûn kirine û ji Tirkiyê kirine derve.) di sala 1939-an de bi navê “Keça Êzîdî” romaneke nivîsiye. Di romanê de serlehengê romanê keçeka Êzîdî ye û ev keçik bi kurdî û bi çend zimanên ewropiyan zane û keçeka ronakbîr e. Nivîskar di vê romanê de ola Êzîdiyan bi şêweyeke dîtin û ramanên oryantalîst digre dest û Êzîdîyêtîyê weke oleke ku ji hemû olan tişt wergirtiye û bûye weke selata rusan, dinirxîne.

Naveroka romanê gelek balkêş e. Dema min vê romanê xwend, min ji xwe re got “xwezî wergêrekî kurd vê romanê wergerandana kurdî.” Zilamekî ku li Fransayê dijî, dixwaze biçe Suriyê û li wir gundê bav û kalên xwe ziyaret bike. Ew dê bi keştiyê here Suriyê. Ew li bajarê Marsîlyayê keçeka Arjantînî ku bi kurdî diaxife dinase. Navê keçikê Zelîxa ye û ew kurdê Êzîdî ye. Di navbera zilam û keçikê de evîneke dest pê dike û roman li ser evîna wan û ravekirina bûyerên dîrokî tê hunandin.

Nivîskarê navdar ê edebiyata tirkî Murathan Mungan (ev nivîskar ji bajarê Mêrdînê ye. Ew kurd e, areb e yan asurî/suryanî ye, ez nizanim. Li Mêrdînê tirk tunin, kurd, areb û asurî/suryanî hene.) di berhema xwe ya bi navê “Mahmud û Yezîda” de ku ev berhem berhemeke xelatgirtî ye û naveroka wê li ser evînê ye, behsa Êzîdiyan dike. Ew di vê berhemê de dide nîşandan ku Êzîdî xuliqandinên efsanewî nîn in, wekî me însanên –mirovên – normal in. Di vê berhemê de bi şêweyeke edebî nakokiyên di navbera Êzîdî û Misilmanan de û herweha mesela xet kişandina çemberê jî tê rave kirin.

Nivîskarê navdar ê edebiyata tirkî Yaşar Kemalê kokkurd jî di romana xwe ya otobiyografîk de behsa Êzîdiyan dike. Di romana “Kîmsecîk – yê bêkes” de malbata lehengê romanê Mustafa (anku Yaşar Kemal) di şerê cîhanê ê yekem de, dema artêşa rusan bakurê Kurdistanê dagir dikin, ew ji gundê Wanê direvin û koçê “Çukurova – Deşta Kûr” ya li ber bajarê Adanayê dikin. Ew di rêwîtiya koçberiyê de, di rê de rastê bi hezaran zarokên bêkes û bêxwedî, bê bav û dik, êtîm û sêwî tên. Bavê Mustafa di rê de zarokekî –kurekî- bêkes, bêxwedî û birîndar dibîne û wî dike ewladê xwe û wî xwedî dike, mezin dike. Ev kurikê ku malbata wî hatiye qetilkirin û ew bêxwedî ye, kurekî Êzîdî ye. Nivîskar Yaşar Kemal bi minasebeta vî kurê Êzîdî di berhema xwe de behsa çand û adetên – tradisyonên – Êzîdiyan dike.

Yaşar Kemal di rêzeromana xwe ya bi navê “Bîr ada hîkayesî – Çîroka Giravekî” de, di rêzepirtûka “Binêr Çemê Firatê Xwîn Diherike” de jî behsa qetlîama Êzîdiyan dike ku ew çawa hatine qetil kirin. Di vê romanê de fîgurekî bi navê Emir Sultan dibêje : “Êzîdî rojê sê car, serê sibê dema roj derdikeve, nîvro û êvarê berê xwe didine rojê û dua dikin. Duayên wan duayên herî xweş yên mirovahiyê – însanetiyê – ne. Dibe ku stran û helbestên herî xweş ji ber van duayan derketine holê. Belkî jî bingeha destanên Mezopotamyayê ev dua ne. Di însanan de hêzeke wisa qihîm heye ku, naqede, narize, namire, wek axê, wek ronahiyê, wek avê ye. Ez Êzîdî nînim, lê ez ji hêza wan a berxwedanê, ji însanetiya wan, ji dostaniya wan hez dikim û ji berxwedana wan re hurmet nîşan didim.”

Bi min jî berxwedana Êzîdiyan pîroz e. Ew kurdên serbilind in. Kurdên esîl in, xwedî esalet in.

Çavkanî :

  1. – A. S. Puşkîn – Rêwîtiya Erzeromê – Weşanên Tîmaş
  2. – Refîk Halît Karay – Keça Êzîdî – Weşanên Înkilap
  3. – Murathan Mungan – Mahmud û Yezîda – Weşanên Metîs
  4. – Yaşar Kemal – Binêr Çemê Firatê Xwîn Diherike – Weşanên YKB
  5. – Û rojnameya Agos.

Sosyalist Mezopotamya / Mayıs / Sayı: 5

Tüm sayıların PDF formatları aşağıda

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 1 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 2 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 3 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 4 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 5 – Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

Hakkında Lokman POLAT

Lokman POLAT

Bu habere de bakabilirsiniz.

AFRİKALI THOMAS SANKARA

Thomas Sankara ya da Afrika’nın Che’si, asker kökenli Burkina Faso lideri. Devrimci, anti-emperyalist, sosyalist, pan-Afrikanist. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir