Destpêk » GIŞTÎ » DAXUYANİYA KORBENDÊ ÇEPÊN KURDİSTANÎ Dİ DERBARÊ YEKÎ GULANÊ DE

DAXUYANİYA KORBENDÊ ÇEPÊN KURDİSTANÎ Dİ DERBARÊ YEKÎ GULANÊ DE

Cemawerê têkoşerê kirêkaran,
Rencberên buro û kedê,
Xelkê zehmetkêşên Kurdistanê
Korbendê Çepên Kurdistanî di derbarê Yekî Gulanê de, ku rojek cîhanî a sembolîk e, bo derbirîna hestên tekoşan û hevkariya kirêkaran li seranserî cîhanê, silavên tekoşanê pêşkeşê berhemhînerên rasteqîne ya pêdiviyên jyanê û hemu kirêkar û kedkarên buro kedê û xelkê zehmetkêşên Kurdistanê û cîhanê dikin.
Roj bi roj xuya dibe, ku berhemê sermayedarî ya cîhanê bêkarî û hejarî û têkçuna xwezayê û qeyranê tendrustî û girjî û şerê nasname û rikeberiya çekî û hejmuna gendelî û mezinbûn û zêdebûna dahat û darayê sermayedaran bûye. Di beramberê vê yekê da jî şikestina aboriya welatên nu pêgehiştî û kirîzên aborî di nav de û hejariya gelan û xelkê zehmetkêş hatiye pêş. Çîna kirêkar û navenda zehmetkêşan rastî pêlên lîbralîzma nu û şerê empryalizmê û paşekêşeya dewletê di erkên aborî û civakê xwe bûn. Di cîhanê de her roj bı hezaran xelkê hejar û bê dahat ji birçitiyê canê xwe ji dest didin. Bi milyonan kirêkar li ser cadê û di metroyan da, li ser kartonan radizin.
Di serdemên vayrusê koronayê de ku hemû cîhanê rastî serêşanê kirî, qurban disa kirêkaran e yên ku sifreya wan lawaz bûye û hêjariyê bandora xwe kêşaye ser rewşa wan. Hêjarîiya di nava malê de curekê mirin e û derkeftin jî metirsiyek mezin e li pêş wan. Wate karantina tîne tenê xewnên sermayedaran diparêze. Ji alyekê din jî sîstema gendeliyê ya sermaredariyê bi hemû deshelat û pêgehên leşkerî ve, li hemberî evî vayrusî de bê deshilat in û naveroka xwe ya rasteqîne aşkere dike ku sermayedarî ji bi lî berjwendiyên xwe û pir kirina berêkên xwe û mezin kirina sermayeyê xwe tû tiştekê din bo mirovatiyê nîne.
Li welatên mezin û pêşkeftî hêjmara muşekan zêdetir e ji amîrên oksijenê, çek û têçuya serbazî zêdetir in ji mask û destkêş û keresteyên tendrustî, ku nirxên wan jî gelek yên dinê ciyawaz in û nahêne li hevber kirin.
 Cemawerê kirêkaran û zehmetkêşên Kurdistanê di demekê de, ku xelkê Kurdstanê û kirêkarên buro û kedê li rojhilat û rojava û bakur û başurê Kurdistanê bi şêwazên cuda cudü rastî dagîrkeriya netewî bûne, em weke aliyên çepên Kurdistanî tekoşana çînayetî cuda nakin ji tekoşana niştîmanî, û her dem kirêkar û kedkarên buro û kedê û tevaviya zehmetkêşên gelê me di rêza pêşiyê da ne di berevanî kirina KurdIstanê de, û qurbanî jî di vî warê de dane, ji bona mafê çarenivîsê gelê Kurdistanê di sengerên berangariyê de bûne,.
Li wan welatên, ku kirêkarên Kurd lê ne ligel hevbeşiya çiyanyetî li Îrana îslamî û Turkiya Erduxanî û Surya yê BAASî rewşa kirêkaran gelek aloz e. Çû xizmetek bo evê çîna zehmetkêş nayê kirin û ew hêjartirîn beşa civakên xwe ne. Kirêkarên Kurd jî li van welatan , ji sedema nasnamê û Kurd bûna xwe careka din tenê çewsandinê.
Di beşê Kurdistana başur de yasaya karê adîlane yê guncayî û bîmêyê (sigorta) civakî ku digel pêdiviyên jiyanê bigunce, nehatiye amade kirin, roj bi roj rêjeya bêkariyê di nava kirêkaran û derçûyên zanko û peymangehan de di bilnd dibe.
Em weke çepên Kurdistanî tekoşana niştîmanî ya Kurdistanê û tekoşana çînayetî bi tokoşana azadî û demokrasiyê grêdidin, çext li ser têkoşana navnnetewî dikin û li gor nêrîna me evê rewşê xuya kir ku civaka mirvayetiyê yêk civak e û silametî û tendirusî ya hemû mirovan bi hevra grêdayî ye. Bona damezrandina deshilata mrovî û dûr ji çewsandina mirovan, pêkve bûn û hevbeşî pêwist e.
Di demekê de îsal ji egerê vayrusê korona kirêkar nikarin bi hevre di şeqaman de banga yeksaniyê dijî sîstema sermayedariyê bilind bikin,lê belê şêwazekê din yê bilind kirina dengê kirêkaran heye ev daxuyaniyê jî yêkeji wan şêwazên têkoşana kirêkaran e ku, bo ava kirina cîhaneka din cîhana aştiyê û dadperweriya civakî û sosyalzmê berdewam e.

1-Partiya Komunîst a Kurdistan-KKP ( Bakur)
2-Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK ( Bakur)
 3-Partiya Zahmetkeşan a Kurdîstan (Başûr)
 4- Bizava Demokratîk a Gel
5- Komela Zahmetkeşan a Kurdistan (Rojhilat)
 6-Partiya Komunîst a Kurdistan (Rojava)
7-Partiya Komunîst a Kurdistan (Başûr)

Hakkında Rojnameya Newroz

Rojnameya Newroz
Rojnameya Newroz

Bu habere de bakabilirsiniz.

2020’NİN 18 MAYIS’INDA ONA DAİR

 “68 ruhu bağımsızlıktır,”[9] saptamalarını aşan enternasyonalist ihtilalciliğiyle resmi ideolojinin de korkulu rüyası olan O; “İçinde …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir